Ceren Aydınonat
30 Îlon 2026•Rojanekirin: 30 Îlon 2026
Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF), dîrokên maçên Kûpaya Super a Turkcellê ragihandin.
Li gorî daxuyaniya federasyonê, pêşbirkên nîvfînalê wê 4ê Rêbendana 2027an roja Duşemê û 5ê Rêbendana 2027an roja Sêşemê, maça fînalê jî wê 9ê Rêbendana 2027an roja Şemiyê werin lîstin.
Di Kûpaya Super a Turkcellê da, ku îsal cara dawî bi beşdariya 4 tîman tê lidarxistin, şampiyonê Lîga Super a Trendyolê yê sezona 2025-26an Galatasaray, fînalîstê Kûpaya Ziraetê ya Tirkiyeyê TUMOSAN Konyaspor, şampiyonê Kûpaya Ziraetê ya Tirkiyeyê ya sezona borî Trabzonspor û Fenerbahçeya ku Lîga Super di rêza duyem da qedand, dê bên hemberî hev.
Dîrokên milmilaneyan dê bi peşkê va bên diyarkirin.
Stadên ku dê maç lê werin lîstin jî dê paşê werin eşkerekirin.