Li Wanê piştî barana ku du roj e cî bi cî dibare, li deverên bilind berfê lê kir. Piştî barîna berfê serê çiyayên Artos û Erekê ji berfê sipî bûn. Ji ber berfê li ser rêya Wan-Bahçesarayê li Bihûrê Karabetê wesaîtan nekarî bi rehetî herin.
Li eyaleta Michiganê Ebdul el-Sayedê namzedê Misilman ê ku bi eslê xwe ji Misrê ye, li hemberî Mike Rogersê reqîbê xwe yê Komarparêz bi ser ket û bû Misilmanê ewil ê ku ji bo Senatoya Amerîkayê hat hilbijartin.