Fatih Gazioğlu
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
ARDAHAN
Hakan Gurbulakê şivanê xelkê Erdêxanê beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Şivan Gurbulak li gundê Ovapinarê şivantiyê dike. Şivan Gurbulak der heqê dengdayina wêneyên salê ya AAyê de, ji nûçegihanan agahî hildan û li wêneyên di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê de nihêrî.
Di kategoriya nûçeyan de deng da wêneyê Samir Tatîn ê bi navê "Li Xûtaya Rojhilat êrişên esmanî", di kategoriya jiyanê de deng da wêneyê Alî Îhsan Ozturk bi navê "Rêwîtiya pêz" di kategoriya sporê de deng da wêneyê Abdullah Coşkun bi navê " Kêfxweşiya Tirkiyeyê."
Hakan Gurbulak got ew cara ewil e ku beşdarî hilbijartineke wiha dibe.