Abdullah Tel
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2017
TÛNIS
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî ji bo pergala parastina moşeka S-400î ya ku wê Tirkiye ji Rûsyayê bikire got: "Ji bo du pergal û 4 heb batarya peyman temam e, hat kirin."
Canîklî piştî civîna çapemeniyê ya hevpar a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Tûnisê El-Bacî es-Sîbsî daxuyanî da rojnamegeran.
Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî pirsên rojnamegeran yên der barê pergala S-400î ya da ku wê Tirkiye ji Rûsyayê bikire bersivandin û wiha pê da çû: "Ji bo du pergal û 4 heb batarya peyman temam e, hat kirin."
Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî îdiayên ku di medyaya Rûsyayê da jî cih girtin zelal kir û wiha pê da çû: "Esil ev mesele li ser îmzekirina krediyê li wê derê bû. Yanî me digot 'gelo em krediyê bi kar bînin, an em bi xwe fînanse bikin.' Paşê me got 'em hinekî wê wekî kredî bi kar bînin.' Fikreke wiha derket. Heke na wek din peyman qediya."