Önder Beyter
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Em divê bêyî ku derengî bikeve tevdîrên xwe yên ewlekariya sîberê û yên nehêniya daneyên takekesî werbigirin. Ev êdî unsûreke girîng û neguherbar a ewlekariya me ya neteweyî ye. Ewlekariya sîberê beramberî ewlekariya neteweyî ye."
"Miheqeq divê platforma me ya pêşvebirina teknolojiyê ya xwemalî hebe. Heke em vê bi cî neynin em nikarin bibin xwedî teknolojî, agahiyê, herwiha derfeta me ya pêşkêşkirina agahiyê bo îstifadeya kesên din jî çênabe. Ji vir pê ve di nav hedefên me yên sereke de wê pêşvebirina vê platformê hebe."
"Ji bo em bigihêjin hedefên xwe yên sala 2023yan lazim e em hemleya pêşvebirina aboriyê bi cî bînin. Lazim e em herî zêde bala xwe bidine ser qadên wekî agahî û teknolojiyên ragihandinê."
"Hedefa me ya ewil ew e ku berhemên qîmeta wan zêde ne û bi teknolojiya xwemalî hatine çêkirin pêş bixin."