29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nav Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) da jê 333 leşker û 27 jî qaşo îmamên mehrem der barê 360 gumanbarî da biryara binçavkirinê da.
Şaxa Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna dijî FETOyê ya di nav TSKyê da didomîne.
Di vê çarçoveyê de li gor delîlên nû jê 333 leşker û 27 jî qaşo îmamên mehrem der barê 360 gumanbarî da biryara birçavkirinê, lêgerîn û destdayînê hat dayîn.
Hat ragihandin leşkerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hatine dayîn jê 216 leşkerên li ser wezîfeyê ne.
Tîmên Midûriya Ewlekariyê ya Stenbolê operasyon dan destpêkirin û ji bo ku şikbar bên girtin xebat dewam dikin.