Hamdi Dindirek
29 Îlon 2026•Rojanekirin: 29 Îlon 2026
Walîtiya Stenbolê ji ber barana gur û bahoza ku tê payîn, hişyarî da ku welatî bitevdîr bin.
Li ser hesabê NSosyalê ya Walîtiyê hat daxuyandin ku li gor nirxandinên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku hewa wê pir ewrayî be, barana gur û taviya bibirûsk wê bibare.
Hat daxuyandin baran wê îro li tevahiya bajêr bibare, sibê jî wê bi şev dest pê bike û heta danê nîvro li aliyên rojhilatê Herêma Anadoluyê, li Şîle, Pendîk û Tuzlayê zêde bibare.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tê pêşbînîkirin ku ba sibê, wê ji sibê heta nîvê şevê ji aliyê bakur û bakurê rojhilat va xurt rabe û bahoz çêbibe."
Hişyarî hat dayîn ku li hemberî rewşên neyînî yên ji ber baran û bahozê welatî hişyar û bi tevdîr bin.