İbrahim Toprak, Ahmet Işık
29 Mijdar 2026•Rojanekirin: 29 Mijdar 2026
Li Batmanê şofêrê wesayîta ku li TIRê qelibî mir.
TIRa ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 61 K 3597 e li ser rêya Batman-Diyarbekirê, li Taxa Dîktepeyê li wesayîta ku şofêrê wê Alaattîn Okan û plaqeya wê 06 AL 0772 e qelibî.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Şofêrê wesayîtê Okan di qezayê da giran birîndar bû ku ekîban ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê.
Okan li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilîtî.