Talip Demirci
14 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2026
Li Antalyayê serê sibehê baranê dest pê kir û tengasî da kişandin.
Li bajêr ji serê sibehê va baran dibare û welatî bi şemsiye û cilên baranê va derketin derva.
Li navenda bajêr ji ber baranê ser kolanan av golî bû, li hin deran di trafîkê da tengasî derket.
Li navçeya Kaşê jî ji serê sibehê va baran dibare û piştî nîvro gur kir.
Ji ber golbûna avê wesayîtan di hin rêyan da tengasî kişand.