Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Anıl Aydın,Talha Koca
16 Mijdar 2023•Rojanekirin: 17 Mijdar 2023
Li Erzirom, Qers û Erdexanê êdî hewa sar e.
Li Erziromê serma çêbû û camên wesayîtên parqkirî qeşa kişandin. Nebatên park û baxçeyan qiravî girt.
Li Qersê jî germa hewayê bişev heta 2 pile binê sifirê kêm bû û caman qeşa kişand û nebatan qiravî girt.
Li navçeya Sarîqamişê jî di sir û sermayê da rê û nebatan qiravî girt, cewên avê yên piçûk qerimîn.
Ji welatiyan Bayram Bozyel got ku hewa sar bû û wiha dewam kir, "Melûm e Sarîqamiş warê zivistanê ye, caman qeşa kişand. Berf hêdî hêdî tê."
Cûk li ser xunçeyên nebatan lakijîn.
Berf li deverên bilind barî û Çiyayên Allahuekberê spîçîl bûn.
Li Erdexanê jî bişev germa hewayê 5 pile daket binê sifirê û ji ber sermayê cemed çêbû.
Belg û nebatan qiravî girt, camên wesayîtan qeşa kişandin.