Elif Küçük
15 Mijdar 2023•Rojanekirin: 16 Mijdar 2023
Walîtiya Stenbolê hişyarî da, ji ber taviya ku dê berêvarê dest pê bike, bira welatî baldar û bi tedbîr bin.
Di daxuyaniya li ser hesabê walîtiyê yê medyaya civakî Xê da hat ragihandin, li gorî nirxandina Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, taviya ku îro ji danê êvarê şûnda dê li Marmarayê tesîra xwe nîşan bide, li rojhilatê herêmê (Stenbol, Kocaeli, Sakarya, Yalova) bi şev û sibê şefeqê dê herêmî gumrah (20-40 kg/m2) be.
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku welatî divê li hemberî rewşên wekî lehî û astengiyên di veguhestinê da baldar û bi tedbîr bin.