Ahmet Arslantaş
01 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2026
Li Adiyemanê di çalakiya ku bi boneya 1ê Cotmehê Roja Kal û Pîran a Cîhanê ji bo kal û pîran hat lidarxistin da hunera ebrûyê hat nasandin.
Di çarçoveya bernameya ku bi pêşengiya Rêveberiya Parêzgehê ya Xizmetên Malbat û Civakî hat lidarxistin da 15 kal û pîran serdana gora Hz. Sefwan bin Muettelê Sehabe kirin û li kulliyeyê geriyan.
Di çalakiyê da ji aliyê fêrkara Hunera Ebrûyê Dilek Yelken Oztunç va çêkirina hunera ebrûyê ji kal û pîran ra hat ravekirin û bi awayekî pratîkî hate nîşandan.
Piştra kal û pîrên ku derbasî ser teknaya ebrûyê bûn, berhemên xwe amade kirin.
Cîgira Parêzgarê Adiyemanê Emine Karataş û Rêveberê Parêzgehê yê Xizmetên Malbat û Civakî Mesut Polat jî tevlî çalakiyê bûn.
Kal û pîrên ku tevlî xebata ebrûyê bûn, ji ber çalakiya ku ji bo wan hat lidarxistin spasiya rayedarên Rêveberiya Parêzgehê ya Xizmetên Malbat û Civakî kirin.