Li Mûşê ji ber barana gur û bayê tund rêyên hin gundan û banê hin mal û kargehan xesar dîtin.
Sabri Yıldırım
22 Mijdar 2026•Rojanekirin: 22 Mijdar 2026
photo: Muş Özel İdaresi / AA
MUŞ
Li bajêr ji ber barana gur a ku du roj in bi navber dibare, di rêyên hin gundan de xesar çêbû. Ji bo tekûzkirina rêyan ji hêla tîmên Îdareya Taybet a Bajêr xebat hat destpêkirin.
Di rêya komî ya gundên Balcilar û Înardî yên girêdayî navendê, mînîbûseke ku ji ber hezazê mehsûr ma û 8 kes tê de bûn, ji hêla tîman hat rizgarkirin.
Ji aliyekî din va li bajêr ji ber bayê tund ê ku ji duh êvarê va bi bandor e, banê hin mal û kargehan firiyan.
Tîmên AFADê dest bi xebatên tesbîtkirina xesarê kirin û diyar bû ku heta niha 15 îxbar hatin kirin.