Li Wanê piştî barana ku du roj e cî bi cî dibare, li deverên bilind berfê lê kir. Piştî barîna berfê serê çiyayên Artos û Erekê ji berfê sipî bûn. Ji ber berfê li ser rêya Wan-Bahçesarayê li Bihûrê Karabetê wesaîtan nekarî bi rehetî herin.