Sevim Hatun
26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
BITLIS
Hesinker Sabrî Bakirê li Bidlîsê 3 sal berê wekî birayê (ahî) salê hat hilbijartin, 52 sal in çakûç û geranê ji destê xwe danayne, pîşeya hesinkariyê didomîne.
Bakir di 8 saliya xwe de li berdestê hesinkarekî dest bi xebatê dike, 20 salan wekî çirax û qalfa dixebite. Bakir ev 32 sal in li dikana xwe ya 8 metre çargoşe de hesin dikute.
Hesinker Bakir li kargeha xwe ya li tenişta Mizgefta Şerefiyê digel pêşketina teknolojiyê karê xwe didomîne. Rojên Bakir di nav dengê çakûç û geranê re derbas dibin.
-Êdî kes nayê ber destê me naxebite
Bakir got, "Ez hê 8 salî bûm bavê min ez birim cem hesinkarekî, 20 salan li ber destê hesinkar xebitîm. 32 sal in li kargeha xwe me."
Bakir wiha dewam kir: "Li Bidlîsê 20 sal berê 40 hesinker hebûn. Niha 3 kes mane. Niha kes vî karî nake. Wextê me dest pê kir ev kar biqîmet bû, lewra teknolojî tune bû. Lê niha kes nayê ber destê me naxebite. Berê çirax 10 salan bê pere dixebitîn, hoste tenê carina xercî didan wan. Di vê maweyê de em hînê hunerê dikirin. Lê niha em mehaneyê jî didin kes nayê. Ku em jî dev jê berdin kesekî bi vî karî re mijûl bibe namîne. Lazim e dewlet li van sinetkaran xwedî derkeve. Herwiha 3 sal berê jî wekî ahiyê salê hatim hilbijartin."