Cüneyt Çelik, Günay Nuh
07 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2026
Li Çiyayê Allahuekberê yê li Selîma navçeya Qersê û li deverên bilind ên Erdexanê berf barî.
Li Qersê barana ku du roj bûn dibarî, li deverên bilind cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Zozanê gundê Sarigunê ya li ser navçeya Selîmê bi berfê çîlspî bû.
Piştî ku berf barî gundiyên ku zozazên wan li Çiyayê Allahuekberê hene, heywanên xwe hildan û dest bi dagêrê kirin.
- Erdexan
Li deverên bilind ên Erdexanê jî berf barî.
Li bajêr dem demî baran barî, piştî baranê li deverên bilind berf ket.
Di serî da Çiyayê Kisirê, gelek cihên bilind piştî berfê spî bûn.